Li gorî rapora ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Ehl-ul-beytê (s.x)–ABNA–Seyîd Emar Mûsewî, Berpirsê Peywendiyên Navdewletî yê Hizbullahê derbarê alûgurên vê dawiyê û yên li Libnan û herêmê bi taybetî detswerdanên Amerîka û rejîma Siyonîst ragehand ku hin alî hene ku li dijî azadî, serbixwetî û serweriya Komara Îslmaî ya Îranê ne ji ber ku vî welatî wekî bingeha têkoşîna dijî projeyên kolonyalîstî li herêmê dizanin û ev yek ji ber helwêstên Îran bona piştgiriya armancên umeta Îslamî bi taybet doza Filistînê ye.
Berpirsê Peywendiyên Navdewletî yê Hizbullahê derbarê komploya dijî çekên Berxwedanê li Libnanê jî got ku taybetîkirina çek û sîlehan , qeyranên Libnanê di warê gendelî û pirsgirêkên navxweyî çareser nake. Em ecêbgirtî ne ku çima hin berpirs, Hizbullahê wekî berpirsê destdirêjiyên rejîma Siyonîst dizanin û destdirêjiyên vê rejîmê rewa dikin?
................
Dawiya peyamê /
Rayedarê Hizbullahê got ku Îran bingeha têkoşîna li himberî projeyên kolonyalîstî li navçeyê ye lewma dibe armanca komployan.
Your Comment